Gazprom:” Di depoyên Ewrûpa de gaz nema”
PeyamaKurd – Şîrketa dewleta Rûsyayê Gazpromê ragihand ku Ewrûpa ji bo pêdiviya xwe ya Zivistanê depoyên xwe tije kiribûn lê niha depoyên wan vala bûne.
Nisbeta tijebûna depoyan daketiye %30an û gaz di nîvê meha Sibatê de ber bi nemanê de diçe. Gazpromê got ku li Hollanda tijebûna depoyan daketiye %10an û niha ji stokên xwe yên salên berê xerc dikin.
Şîrketa Gazpromê muşteriyên xwe yên Ewrûpayê li hemberê DYA, Qatar û Norweçê ku LNG firotin Ewrûpayê wenda kiribû. Di sala 2021an de Gazpromê 2021,7 milyar m3 firot Ewrûpayê lê di sala 2024an de 15 milyar m3 firotibû Ewrûpayê û bazara xwe wenda kiribû.
Serokê Rûsyayê Putin ferman dabû hukumetê ku gaza Ewrûpayê bibire û peymanên ji bo wexta direj, kîjan welat bi wan re îmza bike, dê gazê bifroşin wan welatan.
Gazprom niha hewl dide ku bi Hindistan, Çîn, Tayland û Fîlîpînê re Peyman girêde.