TR KU SO
FB X
Aborî

Guterres: Girtina Hurmizê aboriya cîhanê difetisîne

Admin H
Nivîskar
📅 30 nîsan 2026 19:44

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro 30ê Nîsanê got ku astengkirina azadiya keştîvaniyê li Tengava Hurmizê û qutbûna dabînkirina petrol û gazê metirsiyeke mezin e.

Guterres destnîşan kir ku girtina tengavê "aboriya cîhanê difetisîne" û hişyarî da ku di senaryoya herî baş de jî dê mezinbûna aboriya gerdûnî dakeve %3,1ê û enflasyon li seranserê cîhanê zêde bibe.

Guterres herwiha ragihand ku ew li ser çarçoveyekê dixebitin daku heke şert û merc rê bidin, keştî û deryavanên di herêma şer de asê mane bi silametî werin derxistin.

Şerê ambargoyan û krîza enerjiyê

Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê, Tehranê Tengava Hurmizê ku %20ê bazirganiya petrolê ya cîhanê di ser re derbas dibe, girtibû. Her çend piştî muzakereyên li Pakistanê ji bo 24 saetan hatibe vekirin jî, Pasdaran cardin rê girt. Li hemberî vê yekê Donald Trump jî dorpêça deryayî li ser Îranê da destpêkirin û rê li ber keştiyên bazirganî yên Tehranê girt daku hinartina wan a petrolê bi temamî rawestîne.

Ev şerê dualî yê ambargoyan bûye sedema bilindbûna bihayê enerjiyê û fikarên kûr ên di nav saziyên navneteweyî de.

Parve bike: