TR KU SO
FB X
Aborî

Hewlêr û Bexdayê dest bi xebatên budçeya 2020an kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 îlon 2019 21:38

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku danûstandinên Hewlêr û Bexdayê yên li ser amadekirina qanûna bûdceya sala 2020an a Iraqê dest pê kirine.

Li gorî daxuyaniya parlementerê kurd û endamê komîsyona darayî li parlementoya Iraqê, Ehmed Sefar, komîteyên Hewlêr û Bexdayê dest bi danûstandinên ser bûdceya sala 2020an a Iraqê kirine.

Sefar got, Herêma Kurdistanê daxwazî û pêşniyarên xwe di wî warî de amade kirine, Bexdayê jî heman tişt kiriye û her du alî li ser wan mijaran gotûbêjê dikin.

Parve bike: