TR KU SO
FB X
Aborî

Hikûmeta Kurdistanê bihayê elektrîkê %38 bo cotkaran kêm kir

Admin H
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2021 21:47

PeyamaKurd – Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku ew ê xercê elektrîka projeyên bazarkirina genimê cotkarên Kurdistanê kêm bikin.

Wezareta Elektrîka Kurdistanê eşkere kir, wan biryar daye bi rêjeya %38 xercê elektrîka projeyên bazarkirina genimê cotkaran kêm bikin.

Wezaretê da xuyakirin, ew biryar ji roja 1 Îlona îsal ve ketiye pratîkê û biryar ji bo piştevanîkirina li sektora çandiniyê û cotkarên Kurdistanê û bi hemahengî ligel wezareta çandinî û çavkaniyên avê hatiye dayîn.

Parve bike: