TR KU SO
FB X
Aborî

Îran ji bo bazirganiya bi Kurdistanê re gaveke nû diavêje

📅 26 tîrmeh 2019 14:22

PeyamaKurd – Dewleta Îranê biryar da ku ji bo bazirganiya di navbera herdu welatan bê zêdekirin Deriyê Sînorî yê Başmaqê bê mezinkirin.

Di Deriyê Sînorî yê Başmaqê yê di navbera Îranê û Herêma Kurdistanê de salane 2 milyar dolar bazirganî tê kirin. Hikûmeta Iraqê ji bo mezinkirina Deriyê Sînorî yê Başmaqê 70 milyar tumen (6.5 milyon dolar) budçe terxan kiriye.

Parêzgarê Sine Behmend Muradniya derbarê mijarê de got, “Em bi Wezîrê Ragihandin û Avadankirinê yê Iranê re axivîne. Wî biryara deriyê sînorî erê kiriye.“

Muradniya herweha da zanîn ku ji bo tavilê det bi xebatan were kirin dixwazin mijara arasê û îstîmlakê çareser bikin.

Parve bike: