TR KU SO
FB X
Aborî

Iraq dixwaze rojane 400 hezar bermîl petrolê di ser Tirkiyeyê re bişîne

Admin H
Nivîskar
📅 30 hezîran 2026 17:34

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ji bo îmzekirina rêkeftineke nû ya petrolê ligel Tirkiyeyê, desteyeke taybet a niştimanî pêk anî ku tê de nûnerên Wezaretên Petrol, Derve, Darayî û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cih digirin.

Hikûmeta Iraqê ji bo îmzekirina rêkeftineke nû ya petrolê ligel Tirkiyeyê, desteyeke taybet a niştimanî pêk anî ku tê de nûnerên Wezaretên Petrol, Derve, Darayî û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cih digirin.

Armanca sereke ya vê pêngava bilez ew e ku asta hinardekirina petrola Iraqê di ser axa Tirkiyeyê re rojane bigihîje 400 hezar bermîlan.

Li gorî zanyariyên Kompanyaya Firotina Petrolê ya Iraqê (SOMO) piştî şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê û girtina Tengava Hurmizê, hinardekirina petrolê hîn negihîştiye asta beriya şer û di vê mehê de tenê nêzî 23 milyon bermîl petrol di boriyên Kurdistan û Sûriyeyê re derbasî bazarên cîhanî bûne.

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê de, çavkaniya SOMOyê eşkere kir ku ji ber rawestandina karê kompanyayên biyanî, niha Herêm rojane tenê nêzî 20 hezar bermîl petrolê radestî Bexdayê dike, lê belê tê pêşbînîkirin ku bi destpêkirina karên van kompanyayan li kêlgehên Kurdistanê, ev rêje di demeke nêz de vegere asta xwe ya berê.

Ji ber ku dema rêkeftina niha ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ber bi dawiyê ve diçe, Bexdayê hewlên xwe lezandine daku peymaneke nû û mayînde pêk bîne. Iraq dixwaze bi vê lihevkirinê, aramiya hinardekirina petrolê bo bazarên navdewletî misoger bike û dahatên xwe yên aborî yên ku di heyama krîzê de zirar dîtine zêdetir bike.

Parve bike: