Iraqê hinardekirina petrola Besrayê bi rêya xeta Kurdistanê piştrast kir
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Sahib Bazûn ragihand ku li gorî lihevkirina di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hinardekirina petrola Besrayê bi rêya xeta boru ya Herêma Kurdistanê berdewam dike. Bazûn destnîşan kir ku têkiliyên wan bi Wezareta Samanên Siruştî ya Herêmê re di asteke baş de ne û ev hevkarî li ser bingeha koordînasyon û bidestxistina dahata giştî ji bo welat tê meşandin. Ev pêngav wekî alternatîfeke girîng a ji bo veguhastina enerjiyê di vê serdema krîtîk de tê dîtin.
Li aliyê din, Sahib Bazûn bal kişand ser aloziyên li Tengava Hurmizê û diyar kir ku ji ber gefên ewlehiyê yên li herêmê, tankêrên Iraqê ji barkirin û valakirinê dûr dikevin. Hat ragihandin ku piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, heta niha tenê du tankêrên Iraqê di tengavê re derbas bûne. Ev krîza ku piştî destpêkirina şerê li dijî Îranê di 28ê Sibatê de kûr bûye, bandoreke rasterast li ser bazarên enerjiyê yên cîhanê dike û aramiya veguhastina petrolê di şahdemara herî mezin a cîhanê de dixe bin metirsiyê.