TR KU SO
FB X
Aborî

Krîza aborî li Emaratan jî xwe nîsan da

Admin M
Nivîskar
📅 01 îlon 2019 01:59

PeyamaKurd- Li Emaratên Hevgirtî, li emarata Dûbaiyê balafirgeha El-Mektûmê ya navdewletî xebatên firehkirina wê dihatin kirin lê bi yek carî wan xebatan dan rawestandin û hem bo 5 salan. Sedem jî ji aliyê Bloombergê de krîza aborî hat nîşandan.

Li gor plana balafirgehê; hêjmara rêwiyan ya bo balafirgehê salane 250 mîlyon kes hatiye plankirin û di nava balafirgehên mezin yên dinyayê de li pêşe. Lê bi sedema ku li welatên Kendavê û Ereban krîza aborî heye, xebatên firehkirina wê hat rawestandin. Li Emaratan bo Emirates Air Ways ê, bo navenda neqilkirinê, hatibû plankirin ku bi bihayê 36 mîlyar dolarî navned bê avakirin lê ev proje bo 5 salan hat paşdexistin.

Parve bike: