Kurdistan: Hejmara kartên ‘Hejmara Min’ gihîşt 900 hezaran
PeyamaKurd - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wan di pêvajoya bankkirina mûçeyên fermanberan de pêngavên pir mezin avêtine û heta niha zêdetirî 800 hezar mûçexurên saziyên hikûmî kartên xwe yên bankî bi rêya projeya "Hejmara Min" wergirtine.
Projeya ku di sala 2023an de ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve bi mebesta nûjenkirina sîstema darayî hatibû ragihandin, di çarçoveya planên Kabîneya Nehem de bi serkeftî bi rê ve diçe.
Li gorî amarên wezaretê yên 19ê Gulana 2026an, heta niha hesabên bankî yên fermî ji bo zêdetirî 900 hezar fermanberan hatine çêkirin û welatî di her qonaxê de bi rêya peyamên kurt (SMS) rasterast li ser dema çêkirina kartê û daxistina mûçeyên xwe tên agahdarkirin.
Zêdekirina torên ATMyan
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wezaretê giranî daye ser hêsankirina rênîşanderên wergirtina mûçeyan û eşkere kir ku bankên beşdarên projeyê heta niha zêdetirî 600 amûrên kişandina pereyan (ATM) li seranserî parêzgeh û navçeyên Herêma Kurdistanê danîne daku rê li ber qerebalixiyê were girtin.
Li gorî plana stratejîk a hikûmetê biryar hatiye dayîn ku heta temamkirina dawî ya projeyê ev hejmar du qat were zêdekirin û bigihîje 1,200 amûrên ATMê.
Wezareta Darayî da zanîn ku ev pêngavên nûjenkirina aborî û bankî bi temamî li gorî qanûn, rênimayî û pîvanên fermî yên Banka Navendî ya Iraqê tên meşandin da ku ewlehiya darayî ya mûçexuran were misogerkirin.