Aborî
Li bazarên Cîhanê nirxê zêr û zîv ji nû ve bilind bû
PeyamaKurd - Li bazarên darayî yên cîhanî û herêmî, liv û tevgera li ser nirxên zêr û zîv ji nû ve bilind dibe. Li gorî daneyên bazarê, bi bandora geşedanên jeopolîtîk û nîgeraniyên li ser aramiya herêmî, nirxê metalên bi qîmet guherîn.
Herî dawî onsa zêr bi rêjeyeke berbiçav bilind bû û derket ser asta 4.219 dolarî, ev jî di bazarê de wekî pêngaveke nû hate nirxandin.
Li aliyê din, onsa zîv jî di bin bandora zexta firotinê de li dor 60,30 dolarî sekinî, li bazarên navxweyî jî grama zîv nêzî 2 dolaran bû.
Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku ji ber rewşa nebaş a ewlehiya navneteweyî û zêdebûna enflasyonê, veberhêner zêdetir berê xwe didin ser parastina sermayeya zêr û zîv.