TR KU SO
FB X
Aborî

Li Fransayê qeyrana sotemeniyê: Ajokar rûnê xwarinê dixin depoyan

Admin H
Nivîskar
📅 11 îlon 2026 21:04

PeyamaKurd - Li Fransayê li gel bilindbûna bihayê sotemeniyê û bendewariya bihabûnên nû, ajokarên otomobîlan dest bi rêbazên ecêb kirin.

Li welatê ku lîtreya mazotê derket 2.29 Euroyî û ya benzînê jî gihîşt 2.12 Euroyî, hin xwediyên wesayîtên mazotê ji bo kêmkirina mesrefên xwe rûnê kolza an jî rûnê sorkirinê yê parzûnkirî dikin depoyên otomobîlên xwe.

Ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn û nezelaliyên di trafîka petrolê de, nirxê pompeyê ya lîtreya sotemeniyê li ser 2 Euroyî ma û ev yek barê ser milê welatiyan giran kir.

Hin ajokarên ku li çareseriyan digerin, rûnê ku ji marketan bi erzanî dikirin bi ser hinek mazotê de dikin û bi vî rengî hewl didin serê lîtreyê bi qasî 70 sentan teserûfê bikin.

Lê belê pispor balê dikişînin ser wê yekê ku ev rêbaz ne tenê li dijî yasayan e her wiha di motorên nû de dibe sedema tîrbûnê, di pergalên pişkinîn û derzîlêdanê de jî pirsgirêkên mezin ên mekanîkî derdixe holê.

Parve bike: