TR KU SO
FB X
Aborî

Li Hewlêrê Lûtkeya Kurdistan, Tirkiye û Azerbaycanê tê lidarxistin

Admin H
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2026 16:38

PeyamaKurd - Bi mebesta xurtkirina peywendiyên aborî û bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên herêmê de, li Hewlêrê "Civîna Bilind a Dostaniyê ya Hewlêr, Tirkiye û Azerbaycanê" tê darxistin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd derbarê hûrgiliyên vê lûtkeya ku dê du rojan berdewam bike de daxuyaniyek da û diyar kir ku armanca serekî ya vê civînê, pêşxistina têkiliyên aborî û avakirina mekanîzmayeke bihêz a hevahengiyê ya di warên veguhestin û bazirganiyê de ye.

Tê çaverêkirin ku di vê lûtkeyê de ji her sê aliyan nêzîkî 250 heta 300 bazirgan, aborînas û berpirsên payebilind beşdar bibin.

Seîd tekez kir ku Azerbaycan dixwaze peywendiyên xwe yên ligel Kurdistanê di her warî de kûr bike û ev çalakî jî li ser bingeha berjewendiyên stratejîk tê birêvebirin.

Li gorî zanyariyên ku Geylan Hacî Seîd parve kirine, bernameya civîna bilind dê ji du qonaxan pêk bê; di roja yekem de dê civînên asta bilind, panel û rûniştinên taybet ên li ser tespîtkirina derfetên nû yên bazirganiyê werin lidarxistin.

Di roja duyem de jî şandeyên beşdar dê serdana fabrîqe, kargehên hilberînê û cihên dîrokî yên Hewlêrê bikin daku ji nêzîk ve bi potansiyela sektora taybet a herêmê re hevnas bibin.

Parve bike: