TR KU SO
FB X
Aborî

Li Tirkiyê sînorê birçîbûnê ji 4 hezar û 300 lîreyan derbas kir

Admin H
Nivîskar
📅 16 adar 2022 01:00

PeyamaKurd – Li gorî lêkolîna dawî ya li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê, sînorê birçîbên ji mûçeyê kêmîne (asgarî) derbas kir û sînorê hejariyê jî gihîşt 15 hezar lîreyên Tirkî.

Navenda Lêkolînên Sendîkayên Yekgirtî eşkere kiriye ku li gorî meha Sibata 2022yan ji bo tenê xwe xwedîkirina malekê pêwîstî bi 4 hezar û 3030 lîreyî heye ku ew jî asta birçîbûnê ye.

Herwiha hatiye diyarkirin, heger xerciyên din ên malbatekê werin hesabkirin jî pêwîstî bi 14 hezar û 978 lîreyan heye ku ew jî sînorê hejariyê ye.

Parve bike: