TR KU SO
FB X
Aborî

Lijneya Parlamentoya Iraqê dixwaze qanûna petrolê û dahatê pesend bike

Admin H
Nivîskar
📅 21 gulan 2026 18:39

PeyamaKurd - Lîjneya Petrol, Gaz û Çavkaniyên Xwezayî li Parlamena Iraqê ragihand ku guhertin û pesendkirina qanûna petrol û gazê yek ji karên wan ên herî pêşîn û stratejîk e, daku rênmayiyên belavkirina dadperwerane ya çavkaniyên xwezayî li seranserî welat werin dabeşkirin.

Endamê lijneyê Mihemed Fertûsî îro 21ê Gulanê ragihand, nêzîkî  ji sedî 90ê dahatên Iraqê pişta xwe bi firotina petrolê girê dide, lewma nabe ku qanûneke taybet bo rêkxistina peywendiyên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de tunebe.

Fertûsî tekez kir ku lijneya wan israrê dike ku di vê gera parlamenê de, bi şêwirîna li gel hemû aliyên siyasî, reşnivîsekê amade bikin ku tê de mafê tu aliyekî neyê binpêkirin.

Peymana Hewlêr-Bexdayê û dosyaya boriya Ceyhanê

Di derbarê derbaskirina vê qanûnê û kêşeyên hinardekirinê de Fertûsî aşkere kir ku ew ê pişta xwe bi reşnivîsên berê û wan hevfêmkirinên berdewam girê bidin ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene.

Li ser pirsa sekinandin û derengketina hinardekirina petrola Kurdistanê ya bi rêya boriya Ceyhan – Pêşxabûrê jî eşkere kir ku ev xitimandin tu ramyariyek di pişt re nîne û tenê peywendî bi sedemên teknîkî ve heye.

Navborî di dawiya axaftina xwe de banga zextê li hikûmeta nû kir ku niha Çarçoveya Hevahengiyê mijûlî temamkirina kabîneya wê ye daku di bernameya xwe de hevahengiyeke tam li gel Herêma Kurdistanê bike. Bi taybet jî li ser dosyaya hinardekirinê û zeviyên petrolê yên hevpar ku ew jî rasterast bi vê qanûnê ve girêdayî ne.

Parve bike: