TR KU SO
FB X
Aborî

Nirxê dolar li Tirkiyê gihîst 6 lîreyan

Admin H
Nivîskar
📅 25 nîsan 2019 19:10

PeyamaKurd – Krîza aborî ya Tirkiyê ku ev demeke ji aliyê hikûmetê ve hewlên beralîkirinê têne kirin her diçe kûrtir dibe û îro nîrxê dolar li beramberî diravê Tirkiyê gihîşt 6 lîreyan.

Banka Navendî ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya îro 25ê Nîsanê de faîza polîtîkayê ya 24%î neguhert û ragihand ku dê li demên pêş guherînek bê kirin.

Piştî vê daxuyaniyê dolar heta 5.96 lîreyan zêde bû û hîn jî zêdebûna dolar li beramberî lîreyê tirk berdewam dike.

Li gor nirxandinan piştî biryara Amerîkayê ya rakirina efûya kirîna petrola Îranê û herwiha mijara kirîna S-400ên rûsî dê derbên mezintir li aboriya Tirkiyê bixe ku nikaribe bin rabe.

Parve bike: