OECD: 130 welat li ser peymana bacê lihev kirin
PeyamaKurd – Rêxistina Hevkariya Aborî û Geşepêdanê OECD ragihand ku herî kêm 130 welat lihev kirine ku şîrketên Pirnetewe li welatên ku xebata xwe dikin herî kêm dê %15 baca xwe bidin. Di nav welatan de Amerîka, Çîn, Almanya, Fransa, Îngîltere, Japonya û Tirkiye jî hene û 130 welat di mijara reforma bacê de lihev kirine. Ev reform dê bo sîstema bacê ya dinyayê qaîde bîne û hem îstîqrarê çêbike.
Şîrketên ku di seha dîjîtalê de bazirganiya xwe didin, ew jî di nava sîstemê de ne. Di baca dezgeyan de dê şertên wekheviyê bo reqabetê bên amadekirin û bo vê jî dê nisbetekî bacê yê navdewletî bê danîn.
Li gor xebata ku hatiye kirin, di asta dinyayê de, dê salê 150 mîlyar dolar bac bê hilberandin. Peyman, dikare ber li wan şîrketên ku li ser dîjîtalê bazirganiyê dikin û bacê nadin bigre.
Divê hûrahiya teknîkî ya peymana bacê heya meha cotmehê temam bibe û plan di sala 2023 an de bê bicîhanîn.
Endamên Yekîtiya Awrûpayê Îrlanda û Macaristan tevlî peymanê nebûn.