Aborî
Piraniya erebeyan di ser Kurdistanê de diçin Iraqê
PeyamaKurd- Li gor rêjeyên wezareta bazirganî û sanayiyê ya Kurdistanê erebeyên ku ji derveyê Kurdistan û Iraqê tên nava welat %74 ê wan di ser deriyên Kurdistanê de dikevin nava welat. Bihayê îtxalata erebeyan her sal li dora 2 mîlyar dolariye.
Erebeyên ku tên Kurdistanê ne tenha li Kurdistanê lê li bajarên Iraqê yên din jî tên firotin. Li gor rêjeyên wezaretê; di nava 4 salên borî de bi bihayê 7 mîlyar û 532 mîlyon dolarî erebe hatine welat lê bazirganên Kurd xwediyê para herî mezin in.
Di nava erebeyan de otomobîl, otobus, mînîbus, kamyonet, damper, xweşkêş (treyler) û traktor hene.