TR KU SO
FB X
Aborî

Poundworld hemû maxazayên xwe digre

Admin M
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2018 20:42

PeyamaKurd- Poundworld a Brîtanî ku firotina parakende dike û zincîra maxazayan e, biryara girtina hemû maxazayên xwe da. Di maxazayên Poundworldê de bi giştî, her tiştek bi 1 poundekî tê firotin.

Poundworld berê 145 maxazayên xwe girtibû û niha wê deriyê 190 maxazayên din jî bigre. Bi sedema kêmxerckirina pera ji aliyê malbatan de, nediyariya piştî derketina Brexitê û di serî de jî şîrketa Amazon, bi zahmetbûna reqabeta bi parakendekarên mezin re, ewilî li maxazayên herêmî û bi giştî li parekendetiya li Brîtanyayê bi awayeka neyînî bandorê dike

Poundworld meha borî bo îflasa xwe seredan kiribû û temamên maxazayên xwe, bi navenda belavkirinê û rêvebiriya giştî ve biryara girtina wan da. Ragihandin ji aliyê rêvebiriyê ve hat kirin û wê 2600 kes bê îş bimînin.

Poundworld di sala 1974an de hatibû danîn û xwedanê 335 maxazayan bû. 5100 xebatkarên wan hebûn.

Parve bike: