TR KU SO
FB X
Aborî

Rêbaza zêrîngerên Diyarbekirê, dê li Tirkiyeyê cara yekemîn were pêkanîn

Ruken güler
Nivîskar
📅 17 gulan 2022 19:50

PeyamaKurd-Serokatiya Jûra Zêrînger û Zerafên Diyarbekirê (DIKO), ragihand ku ew ê di nav zêrîngerên Diyarbekirê de pergala ‘Zêrîngerê Nobedar’ bi kar bînin. Sedem jî ew e ku liv û tevgera geştiyariyê, îsal li herêmê gelek zêde bûye.

Zêrîngerên Diyarbekirê, derbasî pergala ‘Zêrîngerê Nobedar’ dibin. Li gorî ragihandina Serokatiya Jûra Zêrînger û Zerafên Diyarbekirê; îsal liv û tevgera geştiyaran li Diyarbekirê gelek zêde bûye, ji ber vê yekê jî divê rojên dawiya hefteyê hin zêrînger vekirî bin da ku tevkarî li aboriya bajêr bibe.

Pergala ku dê were pêkanîn, li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê dê cara yekemîn were bikaranîn. Hat ragihandin ku nêzîkî 450 endamên DIKOyê hene û dawiya hefteyê dê li navçeya Sûrê 6 zêrînger vekirî bin, li her navçeyekê jî dê 3 zêrînger vekirî bin. Li gorî daxuyaniya Serokatiya DIKOyê, dê bi vê pergalê hem tevkarî li aboriya bajêr bibe hem jî dê zêrînger dahateke bi edalet û wekhev bi dest bixin.

Parve bike: