TR KU SO
FB X
Aborî

Rêveberiya Bacê 50 sirketên bac nedidan da ber dadgehê

Admin H
Nivîskar
📅 23 cotmeh 2020 19:54

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Bacê li Herêma Kurdistanê ragihand ku wan ji ber nedana bacê bi dehan şîrket dane ber dadgehê.

Berpirsê giştî yê baca Herêma Kurdistanê Kemal Wertî ji BasNewsê re daye xuyakirin, di çarçoveya bicihanîna qanûna reforman ya hikûmetê de, 50 şîrket û kompaniyên ku baca xwe nedabûn û raportên nerast li ser xwe dabûn hikûmetê, radestî dadgehê hatin kirin.

Kemal Wertî ha got, ew kompanî bi fêlan û sextekirina belgeyan dixwazin xwe ji dayîna bacê bidizin û ev jî nayê qebûlkirin.

 

Parve bike: