Rihayî û Kuweytî bûn ortaxê hev
PeyamaKurd- Piştî ava Firatê hat ser axa Rihayê, di aboriya Kurdistanê de gelek geşepêdan çêbûn û niha li bajarê Rihayê di navbera karsazên Rihayê û yên Kuweytê de hevkarî tekirin û wê bi miqdarê 100 mîlyon dolaran serayan çêbikin.
Li Harrana Rihayê di devera Qaraalî de di nava erdê gundiyekî de, di sala 2000an de ava germ (jeotermal) hatibû dîtin û piştî wê karê serayê bi projeyên nû hat bipêşxistin. Sebzeyên ku bi ava jeotermal tên hilberîn, tên firotin bo bazara hundir û derve tev. Bacanên dor, sebzeyên din, nebatên rewşê niha di 500 dekar arazî de tê hilberîn û li gor hedefa projeyê, wê di sala 2023an de bigihê 500 hezar dekarî.
Potansiyela bajêr bi sedema ku tav lê zêde ye ku di salê de 3 hezar siet tav lê heye, xwediyê enerjiyeka baş e. Sebzeyên ku di serayan de bê hilerandin, wê bên firotin bo welatên Kendavê tên weka Kuweytê.