Rojane 5 hezar bermîl petrol ji Iraqê bi qaçaxî derbasî Sûriyê dibe
PeyamaKurd - Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Encûmena Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim Kakeyî ragihand ku li gorî zanyariyên wan, rojane 5 hezar bermîl petrol ji sînorê parêzgeha Nînowayê bi qaçaxî derbasî Sûriyeyê tê kirin.
Kakeyî diyar kir ku hewlên ji bo rawestandina qaçaxçîtî û talankirina petrolê dest pê kirine û got ku dê di demeke nêzîk de komîteyeke lêkolînê ji bo şopandina vê dosyeyê serdana Nînowayê bike.
Ev geşedan piştî wê yekê tên ku Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî roja Yekşemê (15ê Mijdara 2026an), di civîneke ewlehiyê ya li ser qaçaxçîtiya petrolê ya li Curf Sexrê de tekez kiribû ku ew ê rê li ber qaçaxçîtiyê bigirin.
Zeydî gotibû: "Bîstek ji axa Îraqê namîne ku qaçaxçîtî û dizî tê de bê kirin, ji Zaxoyê heta Besrayê."