Aborî
Rosnefta Rûsan her diçe kar dike
PeyamaKurd- Şîrketa Rûsyayê ya Rosneftê ku kare petrolê dike,di mehên 4,5 û 6an de, li gor heman mehên sala borî %235 kar kir û kara wê derket 228 mîlyar rubleyî.
Li gor ragihandina Rosneftê, tevî ku bihayê petrolê bilind bû û perê Rûsan ruble kêm ket, dîsa kareka zêde baş kir. Di vê dewrê de, temamê hatina şîrketê %47,6 zêde bûye û gihaye 2 trîlyon rubleyî. 228 ruble bi perê dolar dike 3,6 mîlyar dolarî.
Rosneft, %40 ê petrola Rûsyayê derdixe ku Rûsya rojane 10 mîlyon varêl petrolê derdixe. Ev jî dike 4 mîlyon varêl.