TR KU SO
FB X
Aborî

Rûma li Kibrisê xaza xwezayî dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 01 adar 2019 05:32

PeyamaKurd- Rêvebiriya Rûman ya Kibrisê ragihand ku wan di parsela 10an de, di xebatên xwe yên bo dîtina xazê de, bi miqdarê 141 û 226 mîlyar m3 xaza xwezayî dîtine. Beyana vê nûçeyê ji aliyê wezîrê enerjiyê yê Rûman Yorgos Lakkotropis û cîgirê serokê şîrketa sondajê ya Amerîka yê bi navê Exxonmobilê  Tristan Asprey de hat dayîn.

Rezerva xaza xwezayî di parsela 10an de ku bi parsela 10an ya Tirka re ti têkiliya wê tine ye de hat dîtin. Sondaja wê ji aliyê Amerîka û Qatarê de hat kirin. Şîrketa sondajê Exxonmobil bo potansiyela wê bi temamî bizanibe, wê di mehên pêşiya me de, bo sererastkirina agahiyê xebatê bike û miqdarê ku heye, mirov wêrektir dike.

Parve bike: