Rusya: Biryara li ser neftê, dê berdewam be
PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîrê Rusyayê Aleksandr Novak, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ê heta dawiya salê biryara kêmkirina hilberîna neftê ku rojane 500 hezar bermîl e, berdewam bikin.
Aleksandr Novak, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji ber qeyrana bankayê ya li Amerîka û Ewropayê û gavên şaş ên di warê enerjiyê yên li cîhanê de tên havêtin, di piyaseya neftê da pêvajoyeke gelek zêde û pêvajoyên ku nayên pêşbînîkirin hene.
Novak eşkere kir ku Rusyayê wekî gaveke pêşîlêgirtinê biryar da ku hilberîna petrolê kêm bike û wiha got: "Em ê heta dawiya salê li gorî qebareya hilberîna meha sibatê, rojane 500 hezar bermîl hilberîna petrolê kêm bikin."
Beriya niha jî Novak di 10ê Sibatê de gotibû ku Rusya dê di meha adarê de hilberîna petrolê rojane 500 hezar bermîl kêm bike.