Şandina gaza LPG bo Hewlêr û Duhokê ji nû ve dest pê dike
PeyamaKurd - Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî îro 12ê Gulanê got ku Wezareta Petrolê ya Federal di 22yê Nîsana îsal de bi nivîseke fermî para gaza şil a Hewlêr û Duhokê rawestandibû, ku rojane 150 ton bû.
Şêrwanî da zanîn ku vê biryarê bandoreke rasterast li ser jiyan û debara milet kir û bû sedema kêmketina gaza malan û giranbûna bihayê wê li bazaran.
Sîpan Şêrwanî aşkere kir, piştî Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ew agahdar kirin, wan serdana Wezareta Petrolê ya Iraqê kir û ligel Cîgirê Wezîrê Petrolê bo Karûbarên Gazê Izzet Sabir civînek pêk anî.
Şandina gazê dest pê dike
Şêrwanî got: "Di wê civînê de, Wezareta Petrolê biryar da ku ji roja Pêncşemê (14ê Gulanê) ve şandina rojane 150 ton gaza şil dîsa dest pê bike. Herwiha biryar hat dayîn ku para wan rojên ku gaz nehatibû şandin jî wekî qerebû li ser para nû were zêdekirin û were şandin."
Derbarê sedema rawestandina gazê de, parlamenter Sîpan Şêrwanî bibîr xist ku berpirsên Iraqî behsa hincetên teknîkî kirine. Berpirsên Wezareta Petrolê îdîa kirine ku ji ber aloziyên li navçeyê, asta berhemanîna gazê li seranserî Iraqê kêm bûbû, lewma wan şandina gazê ji bo Hewlêr û Duhokê dabû rawestandin.