Serokwezîrê Iraqê fermana zêdekirina hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê da
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî di civîneke astbilind a ligel Wezareta Petrolê û Wezareta Darayiyê de plana stratejîk a pêşxistina kerta enerjiyê ji bo salên 2027-2030î nirxand.
Zeydî ragihand ku armanca stratejîk a hikûmetê ew e ku hilberîna petrola Iraqê heta sala 2030î rojane bigihîje nêzîkî 10 milyon bermîlan.
Ji bo pêkanîna vê armancê, wî ferman da ku asta berhemanînê li zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bê zêdekirin û qadên nû yên lêgerînê bêne berfirehkirin.
Di heman demê de, hikûmeta Iraqê biryar da ku ji bo piştgirîkirina vê armancê jêrxane û şiyanên hinartinê nû bike û gaza hevalbend bi temamî ji bo pêdiviyên navxweyî bikar bîne da ku valahiya gazê nemîne.
Ji bo kişandina veberhênan û teknolojiya nûjen a navdewletî, Wezareta Petrolê hat erkdarkirin ku konferanseke berfireh li dar bixe û şirketên herî mezin ên petrolê yên cîhanê vexwîne Bexdayê.