TR KU SO
FB X
Aborî

Tirkiye: “Di 23 salên dawiyê de îtxalata me ya enerjiyê gihaye 1,1 milyar dolarî”

Admin M
Nivîskar
📅 20 hezîran 2026 13:35

PeyamaKurd – Wezîrê xezînê û darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek ragihand ku Tirkiye di îtxalata enerjiyê de, di 23 salên dawiyê de 1,1 trîlyon dolar pere xerc kiriye û got ku divê wergerîna enerjiya kesk bibe.

Şimşek, got ku di enerjiyê de pêwiste para çavkaniyên cîh û yên enerjiya mirov dikare nûh bike, zêde bike û girêdayîna xwe ya bi welatên derve re kêm bike. Şimşek got ku ji Banka Dinyayê 400 milyon Avro destekê temîn kirine, dê bi wî pereyî destekê bidin veberhênana enerjiyê û wergerîna enerjiya kesk bilezînin. Şimşek di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Wergerîna enerjiya kesk mecbûriye. Di 23 salên dawiyê de îtxalata me ya enerjiyê gihaye 1,1 milyar dolarî. Di enerjiyê de para çavkaniyên xwecîh û enerjiya mirov dikare nûh bike, em wê pare zêde dikin.”

Parve bike: