TR KU SO
FB X
Aborî

TurkishAirlines (THY) di meha Nîsanê de 7,2 milyon rêwiyan gihand

Admin M
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 23:31

PeyamaKurd – Şîrketa Tirkiyê ya rêyên hewayî TurkishAirlines (THY) rêjeya rêwiyên ku gihandiye ciyên wan ragihand. Di ragihandina xwe de got ku di meha Nîsana 2026an de li gor Nîsana sala borî jimara rêwiyan %2,9 kêm bûye û gihate 7,2 milton rêwiyan.

THY, beşa Paltforma daba Agahiyan ya ji bo raya giştî encama çûnûhata dewra meha Nîsana 2026an ragihand.

Di nav rêjeya rêwiyan de jimara rêwiyên seferên derve 4,7 milyon û yên seferên hundirê Tirkiyê 2,5 milyon kesin.

Jimara ciyên ku seferan dikin 358 e û jimara balafirên THY jî 536 e.

Parve bike: