TR KU SO
FB X
Aborî

Volkswagen bo hilberînê 60 mîlyar Euro veqetand

Admin M
Nivîskar
📅 16 mijdar 2019 02:42

PeyamaKurd- Şîrketa Almanya ya otomobîlan Volkswagen plana xwe ya bo 5 salan aşkera kir. Şîrket wê di nav 5 salan de hilberîna otomobîlên bi elektrîkê dixebitin û yên hîbrît hilberîne. Ji bilî wan wê teknolojiya dîjîtal bipêş bixe. Li gor ragihandina şîrketê ji 60 mîlyar euroyê wê 33 mîlyar euroyê bo seha xebatên elektrîkî xerc bike.

Volkswagen wê 75 otomobîlên bi elektrîkê dixebitin hilberîne û 60 cûre otomobîlên hîbrît an modelên otomobîlan hilberîne. Şîrket kiriye hedefa xwe ku heya sala 2029an 6 mîlyon otomobîlên hîbrît bifroşe.

Parve bike: