Aborî
Wê Bexda besek ji pereyên genimê cotkarên Kurdistanê bisîne
PeyamaKurd - Wezaret Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê ragihand ku wê Bexda vê hefteyê beşek ji diravê genimê cotkarên Kurdistanê bişîne.
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, doh 20ê Sibatê cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad bi telefonê ji wezîra çandinî û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî re ragihandiye ku vê hefteyê dê nîvê diravê cotkarên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve were dayîn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew diravê ku were dayîn, yên salên 2014, 2015 û 2016 ye.
Hikûmeta Iraqê bi giştî zêdetirî 577 milyar dînaran deyndarê cotkarên Kurdistanê ye û wê nîvê wî diravî ango 268 milyar dînaran bişîne.