Zerara Lîbyayê ji petrolê rojane 32 mîlyon dolare
PeyamaKurd- Şîrketa lêkolîner ya bi navê "S&P Global Platts” ragihand ku rojane zerara Lîbyayê ji petrolê 32 mîlyon dolare û dewlet bo zêdekirina hilberîna petrolê 50 mîlyar dolar pere veqetandiye. Aqara welatê Lîbyayê li ser petrolê ye.
Şîrketa Lîbyayê ya Rêxistina Petrolê ya Netewî ku di nava xwe de şîrketeka bi navê şîrketa Ras Lanuf ya Petrol û Xazê dihewîne, rêvebirê wê Şaban Bisîbsu, li Japonya li Tokyoyê di konferansekî de li ser halê Lîbyayê weha axifî:
“ Îsal bo zêdekirina hilberîna petrol û xazê me di budçeya xwe de 50 mîlyar dolar pere veqetand. Hinek ji vê budçeyê bo qismên bingehîne lê piraniya pera bo hilberîna petrola xam e. Hedefa me ya 2020an jî 2 mîlyon varêl petrole û Lîbya bi gelek grûban re têkoşînê ku ew grûb dixwazin sehayêm xazê, petrol û enerjiye bixin destê xwe.”
Grûbên muxalif nahêlin ku li hinek deverên welatê Lîbyayê hilberîna petrolê çêbibe.