Amerîka plana derba herî giran bo Îranê dike
PeyamaKurd - Li gorî malpera Axios a Amerîkî ku dispêre çavkaniyên Pentagon û Washingtonê, Amerîka li ser îhtimala binketina danûstandinên bi Îranê re, li ser "darbeyeke dawî" dixebite.
Ev plana ku wekî vebijarkeke tund tê nirxandin, ne tenê êrîşên asmanî, lê di heman demê de bicihkirina yekîneyên bejayî yên Amerîkayê li ser axa Îranê jî di nav xwe de dihewîne.
Tê diyarkirin ku Serok Donald Trump dixwaze bi vê gava dawî, şer bi serkeftineke teqezî bi dawî bike û di danûstandinên pêşerojê de destê Washingtonê xurttir bike, nexasim heke Îran gefên li ser çûnûhata keştiyan a li Tengava Hurmuzê bidomîne.
Çar gavên stratejîk: Ji giravan heya uranyumê
1- Di çarçoveya vê plana leşkerî de çar vebijarkên sereke li ser masê ne ku her yek ji wan aboriya neftê û ewlehiya deryayî ya Îranê dike armanc.
2- Vebijarka yekem û duyem, desteserkirin an dorpêçkirina giravên krîtîk ên wekî Xark û Larakê ye ku ji bo hinardekirina neftê û sîstemên radarê yên Îranê xalên stratejîk in.
3- Vebijarka sêyem dagirkirina giravên wekî Ebû Mûsa ye ku ji bo kontrolkirina keştiyên li Kendavê xwedî giringiyeke mezin e.
4- Herwiha, wekî vebijarkeke herî metirsîdar, tê gotin ku dibe leşkerên Amerîkayê rasterast dest deynin ser uranyuma dewlemendkirî ya di bin tesîsên nukleerî de, an jî bi bombekirina dijwar rê li ber gihîştina Îranê ya van materyalan bigirin.
Tevî van amadehiyên berfireh, hat ragihandin ku Trump hîn biryara xwe ya dawî li ser ti vebijarkekê nedaye.