MEI: Pêşmerge hevparê herî girîng ê Amerîka ye
PeyamaKurd - Li gorî lêkolîna nû ya Peymangeha Rojhilata Navîn (Middle East Institute) ku navenda wê li Washingtonê ye, Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li herêmê yek ji hevparên parastinê yên herî stratejîk ên Amerîkayê ne û hêjayî piştgiriya çek û perwerdeya zêdetir in.
Di lêkolîna bi navê "Artêşa Kurdistanê" de hat destnîşankirin ku têkiliyên ewlehiyê yên navbera DYA û Pêşmergeyan vedigerin sala 1991ê û vê hêzê di şerê dijî DAIŞê (2014-2017) de rola xwe ya girîng selmandiye.
Lê belê li gorî raporê, astengiya herî mezin a li ber pêşketina Pêşmergeyan dabeşbûna fermandariyê ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK - Yekîneya 80) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK - Yekîneya 70) de ye.
Lêkolîn balê dikişîne ser girîngiya pêvajoya çaksaziyê û diyar dike ku divê alîkariyên Amerîkayê yên ji bo mûçe û çekan bi gavan re bên girêdan; bi taybetî çaksaziya fermandariyê di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de ku biryar e heta Îlona 2026an bi dawî bibe.
Li gorî raportê, eger ev yekxistin pêk bê, DYA dikare çekên giran ên wekî tankên Abrams, zirxpoşên Bradley, dronên sîxuriyê û pergalên parastina asmanî (Avenger û HAWK) bide Pêşmergeyan.
Rapora Peymangeha Rojhilata Navîn tekez dike ku di rastiya erdnîgariya siyasî de, eger Bexda nêzîkatiya xwe ya bi Tehranê re bidomîne, girîngiya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ji bo stratejiya Washingtonê ya li herêmê dê hêj bêtir zêde bibe.