Süddeutsche Zeitung: Ewropa pistgiriyê nade plana Erdogan!
PeyamaKurd - Rojnameya Süddeutsche Zeitung a Almanî li ser projeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bicihkirina penaberan li nav sînorên Rojavayê Kurdistanê analîzek belav kir.
Di nirxandina Süddeutsche Zeitungê hat gotin, “Yekîtiya Ewropa piştgiriyê nade ketina nav axa Sûriyê ya bi awayekî dijî hiqûqa navdewletî. Heke piştgiriyê bide plana Erdogan a veguhestina penaberan (Rojava-Herêma Ewle) wê demê dê hiqûqa navdewletî binpê bike.”
Rojnameyê di nirxandina xwe de destnîşan kir, Tirkiye dixwaze 3,6 milyon Sûriyeyîyan li herêma ewle ya Rojavayê Kurdistanê bicih bike û Erdogan vê hemleyê jî ji bo xwe ji krîza aborî rizgar bike bikar tîne.
Li gorî rojanameylê ji bo plana Tirkiyê pêdivî bi 24.4 Milyon Euroyan heye û ji ber ku ne mimkun e Tirkiye vî pereyî dabîn bike, dixwaze bi penaberan şantajê li welatên ewropî bike daku pere bidin.
Süddeutsche Zeitung dibêje, Erdogan rastiyan nabîne û nikare wî pereyî peyde bike, lê dîsa bi welatên ewropî bawer e ku wan bi pêla penaberan ditirsîne.
Li gorî nirxandinê, ‘Heger YE guh nede plana Erdogan jî wê gefa vekirina sînoran li welatên ewropî bixwe ku beriya niha gelek caran ev aniye ziman.”