Telegraf: Bafil û Qubad naxwazin mîrasa Mam Celal û Serok Barzanî winda bikin
PeyamaKurd - Li gorî gotara rojnameya The Telegraf a Îngilîzî, di deme ku şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de di asta herî germ de ye, du birayên ku li Londonê mezin bûne, niha li ser xeta herî krîtîk a Rojhilata Navîn in. Bafel û Qubad Talebanî, kurên serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî, hewl didin Kurdistanê ji agirekî mezin biparêzin.
Di gotara Sophia Yan a ku di The Telegraphê de hatiye weşandin de, hewildanên Bafel û Qubad Talebanî yên ji bo dûrxistina Herêma Kurdistanê ji şerê di navbera Amerîka û Îranê de hatiye nirxandin. Herwiha tê diyarkirin ku herdu bira jî dixwazin Kurdistanê ji şer dûr bihêlin û Bafel û Qubad naxwazin mîrasa bavê xwe Mam Celal Talebanî û Serok Mesûd Barzanî di vî şerî de winda bikin.
Têlefoneke krîtîk: Trump û Bafel Talebanî
Dema ku bombeyên Amerîkayê li ser herêmê dibariyan, serokê DYAyê Donald Trump bi têlefonê bi Bafel Talabanî re axivî.
Ev têkilî bû sedema spekulasyonên mezin; gelek kesan bawer dikir ku Trump ji bo êrîşeke bejayî ya bi piştgiriya DYAyê ji axa Iraqê ber bi Îranê ve, daxwaza hevkariyê ji Talabanî kiriye.
Her çend Trump bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo kurdên Îranê nîşan dabû û gotibû, "Heke ew êrîşekê bidin destpêkirin, ez ê bi her awayî li pişt wan bim," lê rastî hinekî din cuda bû. Bafel Talabanî ne ji bo gurkirina şer, lê ji bo kêmkirina rageşiyê gav avêtin.
‘Kurdistan divê pira aştiyê be, ne qada şer’
Bafel Talebanî ji bo ku peyamekê bide bingeha dengdêrên Trump û raya giştî ya cîhanê, derket ser ekrana Fox Newsê û helwesta xwe bi vî rengî diyar kir:
"Kurdistan divê bibe pirek, ne qada şer. Kurd hevalbendên we yên mezin in, lê di heman demê de cîranên Îranê ne. Em amade ne ji bo herêmeke ku ji şeran gelek kişandiye, aştiyê bînin."
Ev helwest di dema ku zêdetirî 100 moşek û dronên Îranê li Hewlêrê ketibûn de hat nîşandan. Îranê bi riya şandeyên taybet hişyarî dabû berpirsên Kurd ku heke axa wan li dijî Tehranê were bikaranîn, ew ê bi tundî bersivê bidin.
Karakterên cuda, armanceke hevbeş: Bafel û Qubad
Analîz balê dikşîne ser cudahiyên kesayetî yên her du birayan ku di vê krîzê de temamkerên hevdu ne. Bafel Talabanî (53), Serokê YNKê, bi serê xwe yê kurkirî û kincên leşkerî tê naskirin; ew di stratejiya leşkerî de pispor e û li ser peyama siyasî û ewlehiyê hûr dibe. Qubad Talabanî (48) jî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, xwedî perwerdehiya endazyariyê ye û wekî kesekî bi pergal û dîplomatîk tê naskirin ku zêdetir karên saziyî û rêveberiya hikûmetê dimeşîne. Her du birayan jî zarokatiya xwe li Brîtanyayê derbas kirine û ev yek şiyana wan a têkilîdanîna bi Rojava re xurt kiriye.
Kurdên Îranê û gera li derfetê
Koma herî krîtîk di vê proseyê de partiyên Kurdên Îranê ne. Ji bo wan, qelsbûna rejîma Tehranê wekî "derfeteke dîrokî" tê dîtin. Lê belê, Qubad Talabanî bi riya Channel 4ê hişyarî da van koman û got:
"Peyama me ji bo wan hişyarî ye. Aqilmend bin, stratejîk bin. Nekevin nav tiştekî ku bibe sedema zirarên mezin ji bo herêmên Kurdî yên li Îranê."
Vê dîplomasiya "li pişt deriyên girtî" encam da; komên Kurdên Îranê ragihandin ku ew naxwazin statuya Herêma Kurdistanê bixin bin xetereyê.
Naxwazin mîrasa Mam Celal û Serok Barzanî winda bikin
Analîz diyar dike ku Bafel û Qubad naxwazin mîrasa bavê xwe Celal Talebanî û Mesûd Barzanî di vî şerî de winda bikin.
Ji bo wan, Kurd ne "çekdarên kirêkirî" ne û naxwazin careke din bibin qurbana lîstikên hêzên mezin.
Di dawiyê de tê destnîşankirin ku her du birayên Talabanî bi serketî heta niha nehiştine Kurd bibin "serê rimê" yê şerê Trump, lê pêşbînî nekirina gava din a serokê Amerîkayê hîn jî herêmê di nava fikaran de dihêle.