TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

3 romanên Jan Dost bo Soranî hatin wergerandin

📅 01 sibat 2020 18:43

PeyamaKurd - 3 romanên din ên nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost ji Erebî bo zimanê Kurdî (Soranî) hatin wergerandin.

Ji romanên Jan Dost a bi navê ‘Efrîn Korîdora Aram’ ji aliyê Wirya Xefûrî, ‘Destnivîsa Petersburg - Jiyana Jabazîdî’, ji aliyê Sebah Îsmaîl û romana bi navê ‘Otobusa Kesk a Helebê’ jî ji aliyê Tariq Karêzî ve bo Kurdî hatine wergerandin.

Soran Ezîz xwediyê Mala Wefayî ragihand ku Mala Wefayî wan 3 romanan çap dike û di meha bê de belav dike û digihîne ber destê xwîneran.

Parve bike: