Çand_û_Hûner
5 Adarê dê taksiyê bê sofêr werin ceribandin!
Hate ragihandin ku li Tokyoyê şirketa hevkariya Nissan û DeNAyê ya bi navê Easy Ride 5 Adarê dest bi ceribandina ajotina taksiya bê şofêr dike.
Nissan û DeNAyê ragihandin ku li Japonyayê meha bê xizmeta taksiya bê şofêr li Navenda Giştî DeNAyê ya Tokyoyê dide destpêkirin. Şirketa hevpar ji bilî wesayîtan ji e-bazirganî, ji teknolojiyên wesayîtan û heta bi xizmetên bijîşkiyê yelpazeyeke berfireh a hilberînê heye.
Hêjayî gotinê ye ku Easy Ride dê 5 ê Adarê li Tokyoyê dest bi ceribandinan bike. Taksiyên bê şofêr sere pêşî dê muşteriyên xwe 4.5 kîlometreyan bibin û bînin. Di dema çûnûhatinê de rêvî dê bikaribin derbarê deverên hêjayî dîtinê temî û tavsiyeyan jî aplikasyona mobayl ya Easy Rideê bistînin.