TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

6 emîn fûara pirtûkan ya Diyarbekirê îsev diqede

Admin M
Nivîskar
📅 30 îlon 2018 22:15

PeyamaKurd- 6 emîn fûara pirtûkan ku  li Diyarbekirê çêbû îşev bi dawî dibe. Bi dehan weşanxaneyên Kurdistana Bakûr û Tirkiyê tevlî fûarê bûn. Fûar ji 25 ê mehê destpêkir û îşev an ku di 30 yê êlûnê de diqede.

Tevlîbûna hemwelatiyan bo fûarê gelek baş bû û bi taybetî di roja şemiyê de bi deh hezaran kes tevli fûarê bûn. Nivîskar li weşanxaneyên cuda berhemên xwe bi taybetî bo xwendevanên xwe îmza kirin. Sohbetên taybet hatin kirin û konferans hatin dayîn.

Fûara pirtûkan gelek salan li Diyarbekirê tê lidarxistin û xwendevan dikarin derfetên bidestxistina pêdiviyên xwendina xwe bibînin.

Parve bike: