TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Almanyayê ji bo Koronayê agahdariya bi Kurdî amade kir

Admin H
Nivîskar
📅 13 nîsan 2020 22:50

PeyamaKurd - Wezareta Tendurîstîya Federal a Almanya bi kurdî agahdarîyên bo rûbirûbûna vîrusa koronayê amade kir.

Li welatê Almanyayê ku bi qasî milyonek Kurd ji hemû beşên Kurdistanê lê dijîn, agahdariyên coronavîrusê yên bi zimanê Kurdî kurmancî hatin amadekirin daku welatî li gorî rênimayên rûbirûbûna koronayê tevbigerin.

Di agahdariyan de behsa nexweşîna Covid-19 tê kirin û li ser rênima û rêkarên ku gel pê pabend bibe agahî têne dayîn.

Berî niha welatên wekî Swêd jî agahdariyên Kurdî bo Covid-19 amade kiribûn û li ser malperên fermî yên wezaretên tenduristiyê belav kiribûn.

Parve bike: