Çand_û_Hûner
Amerîka 500 mîlyon dolar bo Lalesa Nûranî bexsand
PeyamaKurd – Amerîka bo peretsgeha Laleşê bo nûhkirina wê 500 hezar dolar pere bexşand. Bi vê alîkariya Amerîkayê, perê ku bo perestgehê gihaye hev dike 1 mîlyon dolar. Konsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Rob Waller, duhî Laleşê ziyaret kir û çeka bi 500 hezar dolarî pêşkeşê rêvebiriya Laleşê kir.
Konsolos Rob Waller di seredana xwe de, piştî li Laleşê geriya weha got:
“Bo min şerefe ku min seredana Laleşê kir.”
Perestgeha Laleşê bo Kurdên Êzîdî ciyekî pîroz û ciyê heca wan e. Her sal li wê derê Cejna Cema têkirin ku cejna Kurdên Êzîdî ya herî mezine. Tirba Şêx Şems û Şêx Adî tevî kurê wî Şêx Hesen li wê derê ye.