TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Amerîka dê berhema dîrokî îadeyî Îranê bike

📅 26 tîrmeh 2018 02:13

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a New Yorkê biryar da ku berhema dîrokî ya 2 hezar û 500 salî ya ji serdema Împaratoriya Axamenîş (Pers) ku 82 sal berê ji Îranê dizîne birine Amerîkayê, îadeyî Îranê bike.

Li gorî nûçeya New York Timesê, bas-rolyefa ku pasevanekî Pers teswîr dike, par cotmehê dema di fuareke hunerê da dihat nîşandan, bi destê Dozgeriya Herêma Manhattanê firotana wê hat rawestandin.

Dozgeriyê derxist holê ku ev berhem pêşiyê di sala 1936an da li bajarê Persepolîsê yê Îranê û paşê jî di 2011an da dema li Muzeya Hunerên Bedew a Montrealê dihat nîşandan, hatiye dizîn.

Rupert Wace û hevkarê wî Sam Fogg ku li Londonê dijîn, îdia kirin ku wan ev berhem bi awayekî qanûnî ji şirketa sîgorteyê ya Muzeya Montrealê kirî. Lêbelê dozgerî di encama lêkolîna xwe ya berfireh da gihîşt wê encamê ku berhem hatiye dizîn. Piştî mizakereyên bi dozgeriyê ra, Wace û Fog ew yek qebûl kirin ku bi beramberî 1,2 milyon dolarî, berhemê teslîmî dozgeriyê bikin.

Di doza li Dadgeha Bilind a New Yorkê da ew yek raçav kirin ku berhema dîrokî di 1936an da ji Persepolîsê hatiye dizîn û lewma jî biryar hat dayîn ku berhemê îadeyî Îranê bikin.

Lêkolîner destnîşan dikin, bas-rolyefa ku qeda wê 51 santîmêtrokare ye û hinek eskerên Împaratoriya Pers ên li paytext Persepolîsê teswîr dike, ji salên B.Z. 510-330yî maye.

Parve bike: