TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Bi Raspardeya Serok Barzanî Yekemin Mîhrîcana Tahînê ya Amêdiyê destpêkir

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 23 mijdar 2023 17:57

PeyamaKurd - Li Amêdiyê Yekemîn Mîhrîcana Berhemên Xwemalî û Tahînê îro di 23ê Mijdarê de destpêkir û dê 2 roj berdewam bike.  

Qaymeqamê qezaya Amêdiyê Warşîn Mayî ragihand ku mîhrîcan bi raspartineke Serok Barzanî hatiye lidarxistin. 

Qaymeqamê qezaya Amêdiyê ragehand ku 29 aşên tehînê li sinorê qezaya Amêdiyê hene û berhemê wan hemiyan dê li vê festîvalê bê danasîn. Ji ber ku piraniya aşan bi avê kar dikin, tehîneke cuda, bitam û gelek baş tê çêkirin û ev taybetiye ku tehîna Amêdiyê ji tehîna deverên din cuda dike”.

Li Başûrê Kurdistanê tehîna Amêdiyê wekî navdartirîn tehîn tê hesibandin û dîroka çêkirina wê ji bo zêdetirî 500 salan vedigere. Welatî ji bo peydakirina wê tehînê ji hemî deverên Kurdistanê serdana Amêdiyê dikin.

 

Parve bike: