Dara bala gestiyarên dinyayê bal xwe de diksîne
PeyamaKurd- Dara bajarekî kevne û her diçe bi xebatên arkeolojîk berhemên wê dertên holê. Xebata arkeolojîk ji sala 1986an de destpêkiriye û heya roja me dewam dike. Dara dikeve navbera bajarê Mêrdînê û Nisêbînê. Lê bêhtir nêzî Nisêbînê ye. Li ser sehayeka gelek fireh hatiye avakirin. Aliyeka wê Girê Amûdê an ku Girê Kemaliyê ye.
Dara di dema Daryus de hatiye avakirin ku navê Daryus weka Dara jî tê gotin. Kurd weka navandin dibêjin Dara û rojavayî dibêjin Daryus. Seha ku bajarê Darayê tê de hatiye avkirin, b i3 dewre xwe nîşan dide. Şikeftên Darayê dewra yekeme, keleha wê û pir û hinek sarincên avê yên dewra duyeme û yên dewra seyem jî avahiyên îro ne ku hatine avakirin.
Dara weka Efesa Kurdistanê tê qebûlkirin. Berya zayînê di sedsala 7 û 6an de hatiye avakirin. Lê dibe ku berya wê wextê jî, hinek deverên wê hatibin avakirin. Dikeve ser rêya hevrîşim û baharatê.
Li Darayê gelek gorên balkêş hatine dîtin. Gor bi temamî ji kevirin û di her dewrê de bi cûreyekî di keviran de hatine çêkirin. Şikeft, sarincên avê, depoya avê, zîndan, keleh û pirên Darayê gelek balkêşin.
Hêjaya ku dîrokhez an ku kesên jîngehên berê meraqdikin, divê herin û Darê bibînin. Gotin û dîtin ne weka hev e.