Çand_û_Hûner
Di asê kevir de genim û ceh dihêrin
PeyamaKurd – Piştî fabrîkeyên ard derketin nema aşê avê yên ji kevir di bazarê de mane lê niha li bajarê Mûşê li gundê Araxê (Kepenekê) ku li ser navenda Mûşê ye û ji Mûşê 12 km dûre, bi kevirên aşê weka berê genim dihêrin û dikin ard.
Weka di rojên berê de xelkê Mûş ê genimê xwe ji nav erd didin hev, bi kamyonet an bi traktoran dibin aşê kevir û dihêrin. Bi sedema Mûş bajarê Serhedê ye û zivistana wê dijwar derbas dibe, gundî pêdiviya xwe ya zivistanê ya ard li ser hev di aşê de dihêrin û datînin malên xwe.
Xwediyê aşê dibêje ku teneka genim bi 4 TL dihêre lê eger pere tinebe li hemberê keda xwe genim distîne.
Di aşê de her weha bo alifê heywanan bo zivistanê ceh jî di aşê de bi kevir dişkênin.