Çand_û_Hûner
Festîvala çand û hunerê li Stockholmê tê li darxistin
PeyamaKurd - Tebaxa 2026an festîvala çand û hunera Kurdî bi beşdariya 10 hunermendên navdar dest pê dike. Hunermend Hemîd Osman amadekariyên mezin eşkere kirin û destnîşan kir ku festîval dê bi xwendina sirûda neteweyî "Ey Reqîb" dest pê bike.
Di çalakiyê de ligel muzîkê, xwarinên resen ên Kurdistanê ji aliyê şêfên Kurd ve tên pêşkêşkirin û deriyê festîvalê ji bo hemû civakan vekirî ye; naveroka vê bernameyê ji bo raya giştî hatin eşkerekirin.
Beşdarbûna navneteweyî ya Hunermendên wekî Saman Piano, Hemîd Osman, Eyad Husên, Rawand Azad, Hunar Mihemed, Nejmedîn Xulamî, Lazo DJ, Feryad, Xêro Mela û Kawe Hedad di vê çalakiya çandî de cih digirin.