Çand_û_Hûner
Fîlma sînemayê Toren li Festîvala Hollywoodê xelata fîlma herî bas wergirt
PeyamaKurd - Fîlma sînemayê Toren ku derhênerê Kurd ê Êzdî Newzad Şêxanî berhem aniye, li Festîvala Fîlman a Hollywoodê xelata fîlma herî baş wergirt.
Derhêner Newzad Şêxanî ku li Almanyayê dijî, ji Rûdawê re ragihand ku fîlma wî li Festîvala Fîlman a Holywoodê di beşa fîlmên biyanî yên dirêj de xelata fîlma herî baş wergirt.
Şêxanî eşkere kir ku ji bilî vê xelatê, fîlma wî xelata herî baş a sînematografiyê jî wergirtiye û biryar e di 26ê Çileya 2019an de bi merasîmekê xelata xwe bistîne.
Fîlma Toren behsa kêmneteweyan dike ku rastî kuştin û jinavbirinê tên, ji wan jî Kurdên Êzdî. Toren bi çar zimanan berhem hatiye, dublaja Erebî hatiye kirin û jêrnivîsa Îngilîzî hatiye amadekirin.