Genimên li Girê Norikê derketin ser rû 4500 salî ne
PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Bîngolê li navçeya Solaxan li gundê Mûradê bi sedema ku bendava Kalexanê çêdibe, wê hinek berhemên dîrokî di bin avê de bimînin. Lewra li seha ku dê di bin avê de bimîne de xebatên arkeolojîk çêdibin da berheman rizgar bikin. Xebat ji aliyê zankoyên Bîngol, Wan û Firatê de tên kirin.
Xebat ji aliyê 168 kesan de tê meşandin û bi taybetî berhemên ku dertên, yên dewra Ûrartûyan û Bîzansiyane. Di nava berheman de tişta balkêş genime ku wê demê hatiye bikaranîn birin labaratuwara TÜBİTAK ê û derket ku genimê berya 4500 saliye. Genim ji dewra Ûrartûyan maye ku heman tişt li Wanê jî derketibû holê.
Berhemên din yên ku derketine ortê niha tên analîzkirin. Lê tişta balkêş ew e ku taybetmendiya vê derê bêhtir ya xelkê ciye.