TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Hamama kevn ji yên îro nûjentir e

PeyamaKurd
Edîtor
📅 11 mijdar 2017 23:01

Li welatê Çînê, di lêkolînên bin axê de (arkeolojik), sê hamam hatine dîtin ku li gor 2000 sal berê ku gelek luksin. Tê texmîn kirin ku hemam yên qraliyetê ne.

Li gor rojnameya China Daily yê; li eyaleta ÅžaanÅŸiyê li bajarê Åžianê li herêma Yueyangê, di dema ku arkeolog dixebitîn, di ÅŸiklê çar qorziya dirêj de, 3 hemamên antîk ku dîwar û erda wan ji tûxlayan hatiye avakirin, dîtin.

Avahiya hemaman û sîstema wan ya avê neguhuriye û xerab nebûne. Yueyang di dema dewletên ku ÅŸer dikirin de (B.Z. 475-221), tê zanîn ku payîtexta dewleta ‘Qin’ bûye.

Pisporê Enstituya Arekolojiyê ya Akademiya Zanista Çînê Liu Rui, li ser mijarê ragihandiye ku texmîna wan ew e ku hemam yên qraliyeta ‘Qin’ ê ne.

Parve bike: