TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Heftiya bê li Hewlêrê dê Festîvala Sevên Remezanê pêk bê

Admin İ
Edîtor
📅 07 adar 2025 18:57

PeyamaKurd – Walîtiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê amaje bi wê yekê kir ku amadekarî hatine temam kirin û heftiya bê Festîvala Şevên Meha Remezanê ya herî mezin dê li Hewlêrê pêk bê.

Walîtiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand:

 “Amadekarî hatine temam kirin û heftiya bê di bin sîbera kelehê de û li pêş parka bajêr Festîvala Şevên Meha Remezanê ya herî mezin ya bi taybet bi xwarinên Kurdî, xwarinên biyanî, karên destî, çalakiyên hunerî û karên din ên cuda dê pêk bê.”

Walîtiya Hewlêrê diyar kir ku Festîvala Şevên Remezanê dê heta dawiya meha Remezanê berdewam bike.

Parve bike: